DYE bi 17 milyar dolarî fuzeyan difiroşe welatên Kendavê

Rêveberiya DYE'yê firotina xizmetên leşkerî û fuzeyên parastina hewayî ya ji bo Kûweyt, Îmarat û Bahreynê erê kir ku buhayê xwe bi qasî 17 milyar dolar e.

Li gorî New York Timesê, rêveberiya Donald Trump firotina bi hezaran fuzeyên parastinê hefteya derbasbûyî bi rengekî fermî erê kir.

Hate ragihandin ku gelek ji van fuzeyan di şerê li dijî Îranê de hatin bikaranîn, lewma hin rayedarên Pentagonê hişyarî dan ku stokên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) kêm bibe. Lê belê tê gotin, li gel vê hişyariyê jî firotina fuzeyan hatiye erêkirin.

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê 1'ê Gulanê bi fermî agahî da Kongreyê, lê li ser firotinê agahî ji raya giştî re nehate dayin.

Tê gotin, firotina fuzeyan bi hinceta "rewşa lezgîn" a li Rojhilata Navîn bi lez hatiye kirin. Li gorî agahiyan, heman rojê paketa çekan a ji bo Îsraîlê û welatên Kendavê jî hatiye erêkirin.

Hate ragihandin ku buhayê paketên çekan ên ji raya giştî re hate eşkerekirin 8.6 milyar dolar bû. Her wiha hate gotin, Wezareta Karên Derve ya DYE'yê jî di heman demê de destûr ji bo firotina çekan a bi 25.7 milyar dolarî pejirandiye.

Tê gotin, biryara firotinê parçeyek ji stratejiyeke berfireh a Emerîkayê ye ku piştî destpêkirina şerê li hemberî Îranê dixwaze kapasîteya parastina hewayî ya welatên Kendavê zêde bike.